KCD: Li dijî daxuyaniyên zirarê dide yekîtiya neteweyî bi hestiyarî tev bigerin
- 11:15 10 Tîrmeh 2018
- Rojane
AMED - KCD'ê derbarê daxuyaniya Nêçirvan Barzanî ya ku piştgiriyê dide êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê anî ziman ku ev yek zirarê dide yekîtiya gelê Kurd.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê daxuyaniyên Nêçirvan Barzanî yên derbarê Qendîlê û PKK'ê de anî ziman ku divê lîder û rêveberên partiyên siyasî dikin ku ji daxuyaniyên zirarê didin Yekîtiya Neteweyî, rê li pêşiya dagirkeriyê vedikin û wê rewa dikin dûr bisekinin û li hemberî van daxuyaniyan bi hestyarî tev bigerin.
Daxuyanî wiha bû:
"Pêvajoya du salên dawî yên me li pey xwe hişt, hem di aliyê gelê me de û hem jî di aliyê rêxistinên saziyên civakî û partiyên siyasî yên ji bo azadiya gelê me têdikoşin bi tecrûbe û cerebeyên têr û tijî re derbas bûn.
Polîtîkayên êrîşkarî, faşîst-nîjadperestî yên piştî referandûma başûrê Kurdistanê derketin holê û pêşkeşiya wê Tirkiyeyê dikir hêj di bîra me de ye. Dagirkeriya rêxistina Heşdî Şebî ya Kerkûkê encama vê polîtîkayê ya xistina meriyetê ye.
Dîsa, dagirkirina Efrînê ya ji hêla artêşa TC'ê ve berdewamiya vê pêvajoyê ye, li Minbic û herêmên din heman polîtîkayên êrîşkariyê tên meşandin. Di encama van polîtîkayên dagirkeriyê de em dibin şahid ku di serî de Efrîn û Kerkûk, li bajarên Rojava û başûrê Kurdistanê hewl tê dayîn ku demografiya wan biguherînin.
Ev hemû geşedan dihêle ku gelê me yên her çar parçeyên Kurdistanê di qadên civakî, sosyolojîk, siyasî û demografîk de bi pirsgirêkên jiyanî û gelekî xetere re rû bi rû bimînin.
Di rastiya ku çareseriya ev hemû pirsgirêkan di Yekîtiya Neteweyî ya gelên me yên her çar parçeyên Kurdistanê de derbas dibe. Ev yek di daxuyaniyê hemû partiyên siyasî û saziyên kurdistanî de bi gelê me re hatiye parvekirin.
Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya hefteya derbasbûyî ya têkildarî Qendîlê de dabû nîşan dide ku wî tecrûbe û cerebeyên berê bi awayekî rast nenirxandiye, vê yekê dernexistiye zanebûnê û negihîştiye zanebûna siyaseta Yekîtiya Neteweyî.
Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk bi raya giştî ya hemû Kurdistanê û navneteweyî parve dikin ku daxuyaniya birêz Nêçîrvan Barzanî ya têkildarî Qendîlê wekî daxuyaniyeke bêtalihî dinirxînin; daxuyaniyên bi vî rengî zirarê dide Yekîtiya Neteweyî ya gelê kurd, cesaretê dide êrîşên dagirkeriyê û wan rewa nîşan dide.
Di encama hewldanên dagirkerî û êrîşên ku hebûna gelê me yên her çar parçeyên Kurdistanê qest dike û ji ber xeterî û gefa ku pêre rû bi rû ye bang li hemû lîder û rêveberên partiyên siyasî dikin ku ji daxuyaniyên zirarê didin Yekîtiya Neteweyî, rê li pêşiya dagirkeriyê vedikin û wê rewa dikin dûr bisekinin û li hemberî van daxuyaniyan bi hestyarî tev bigerin."