Di kabîneya pergala nûh de tenê 2 wezîrên jin hene
- 10:46 10 Tîrmeh 2018
- Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Di pergala kabîneya "Serokomariyê" ya nûh de ku çar kevnewezîr cih digirin, li paldankên 16 wezîran tenê 2 jin cih digirin.
Kabîneya nûh ya Pergala Serokomariyê ku ji aliyê Serokê AKP'ê ve piştî ku sond xwar hat avakirin aşkera bû.
Îro bi KHK'ya ku hat weşandin re wezaretên ku hejmara wan daket 16'an wezîrên wan ev in:
"*Alîgirê Serokomar: Fuat Oktay
* Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul
* Wezîrê Karên Hundir: Suleyman Soylu
*Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu
*Wezîrê Perwerdeya Milî: Ziya Selçuk
*Wezîrê Parastina Millî: Hulusî Akar M
* Wezîrê Çand û Turîzmê: Mehmet Ersoy
* Wezîrê Tendirustiyê: Fahrettîn Koca
*Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê: Murat Kurum
* Wezîrê Ciwanan û Sporê: Mehmet Kasapoglu
*Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî: Fatîh Donmez
*Wezîra Kar, Xebatên Civakî û Malbatê: Zehra Zumrut Selçuk
* Wezîrê Sanayî û Teknolojiyê: Mustafa Varank
* Wezîra Karên Bazirganiyê: Ruhsar Pekcan
* Wezîrê Karên Malî û Xezîneyê: Berat Albayrak
* Wezîrê Çandinî û Daristanan: Bekîr Pakdemîrlî
* Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê: Mehmet Cahît Turan
Di kabîneyê de tenê du jin hene
Di kabîneya nûh ya ku ji 16 kesan pêk tê tenê Wezîra Xebatê, Xizmetên Civakî û Malbatê û Wezîra Karên Bazirganiyê jin in.