'Em baş dizanin ku kî dagirker e'
- 09:12 10 Tîrmeh 2018
- Rojane
Nesrin Hisen-Viyan Said
ŞENGAL - Jinên Êzidî yên Şengalê bertek nîşanî daxuyaniya Nêçirvan Barzanî ya ku PKK wekî dagirker pênase kir, dan û gotin:"PKK ji bo me sembola jiyana azadiyê ye, ne dagirker e. Yên dagirker dewleta tirk e ku hevalê DAÎŞ'ê ye."
Bertekên li dijî daxuyaniya Nêçirvan Barzanî ya ku PKK wekî dagirker pênase kir didomin. Jinên Êzidî yên Şengalê jî bertek nîşanî gotinên Nêçirvan dan û gotin ku PKK ne dagirker e li dijî dagirkeran şer dike.
Jina bi navê Şemê Xidir diyar kir ku PKK'ê ew ji qirkirineke mezin parastiye û got:"PKK di dilê me de nîşaneya azadiya gelan e. Ew ê her dem wiha bimîne. PKK'ê em ji qirkirinek mezin rizgar kir û li dijî çeteyan têkoşîna mirovatiyê da. Loma em van gotinên Nêçirvan qebûl nakin. Em baş dizanin ku kî dagirker e."
'PKK ji bo me hebûn e'
Dijwarê Xanê jî bal kişand ser yekîtiyê û got:"Divê em li dijî dijminên xwe bibin yek, em hevdu biparêzin. Ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî hevdu reş nekin. PKK ji bo me hebûn e û em ê heta dawî hebûna xwe biparêzin û lê xwedî derkevin. Dagirkerê herî mezin Erdogan û hevkarên wî ne."