Jin trîbunan jî diguherin: Zayenda futbolê tuneye
- 09:10 10 Tîrmeh 2018
- Rojane
Evrîm Kepenek
STENBOL - Yek ji jinên alîgira Beşîktaşê ku li dijî zîhniyeta serdest a mêr a li trîbunan têdikoşe, Ayben Kuşçu ji bo bibe teknîk dîrektor diçe qursan. Ayben wiha dibêje: “Zayenda Futbolê tuneye. Em nîvê cîhanê parve dikin. Bêguman em ê trîbunan jî parve bikin.”
Yek ji alîgirên jin a Beşîktaşê Ayben Kuşçu mîmar e û diyar dike ku zayenda futbulê tuneye û got ew nîvê cîhanê parve dikin û wê trîbunan jî parve bikin.
Aybenê daxuyakirin ku ji dema pêkanîna bîleta elektronîk ‘passolîg’ derketiye heta niha neçûye maçan û ji 2014’an heta niha neçûye maçan. Aybenê bi lêv kir ku dema diçin jî rastî dîmenên zayendperest tên.
‘Jin futbolê dilîzin roj baş’
Aybenê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew dibêjin qey jin tenê bi futbolîstên xweşik re eleqeder dibin lê jin jî futbolê dilîzin û got ew dixwaze bibe teknîk dîrektor. Aybenê her wiha da zanîn ku jin futbolê diaxivin, dilîzin û ji her kesî re jî roj baş.