Li Şehbayê civîn hat lidarxistin

  • 13:17 9 Tîrmeh 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Di çarçoveya çalakiya civînên ji bo encama Konferansa Rizgarkirina Efrînê li Gundê Telqiraha Şehbayê civîn hat lidarxistin. 
 
Di çarçoveya çalakiya civînên ji bo encama Konferansa Rizgarkirina Efrînê li Gundê Telqiraha Şehbayê civîn hat lidarxistin. Komîna Şehîd Zîlan û ya Şehîd Rustem beşdarî civînê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwdêrên azadiyê Endama Rêveberiya Kampa Serdemê Hêvîn Reşîd û Cigîrê Meclîsa Herêma Efrînê Esmehen Muhemed ku di konferansê de cih girtibû axivîn. 
 
Di civînê de nîqaşên berfireh hat kirin. Hemû delegeyên ku di civînê de amade bûn soza tevlîbûna hemleya rizgarkirina Efrînê dan. 
 
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.