'Berpirsê komkujiya li Çorlu Wezareta Veguhestinê ye'
- 10:40 9 Tîrmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Polîteknîk derbarê qezaya trêna ya li Çorluyê de daxuyanî da û got: “Berpirsê komkujiya li Çorlu Wezareta Veguhestinê ye. Ji ber ku kontrol û venêrandin nekiriye.”
Muhendîsên Gel, avahisaz û Plankarên bajêr (Polîteknîk), li ser hesabê Twîtterê darbarê qezaya trênê ya li Çorku rû da de daxuyanî da. Polîteknîk, derbarê qezaya 24 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan û 338 kes birîndar bûn de wiha got: “Ji ber ku Wezareta Veguhestinê proje kontrol û venêrandin nekiriye û qebûl kiriye, berpisê komkujiyê ye.”