Ji girtiyên jin, ji bo zaroka girtî banga hestiyariyê

  • 09:05 9 Tîrmeh 2018
  • Rojane
DENÎZLÎ - Jinên girtî, ji bo zaroka girtî Zeynep Temel a derbarê wê de nêzî 40 girtek girtine û 6 mehan cezayê dîsîplînê heye de banga hestiyariyê kir.
 
Jinên girtî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo zaroka ceza girtiye ya bi navê Zeynep Temel a li Girtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê dimîne banga hestiyariyê kir. Girtiyên jin da zanîn ku Zeynep her carê bi surgun û sewqên kêfî, heta niha surgunî 3 girtîgehên cuda hatiye kirin û diyar kirin ku derbarê wê de heta niha 40 girtek hatine girtin û 6 mehan cezayê dîsîplînê dane û vê carê jî surgunî Girtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê kirine.
 
Di nameya ku jinên girtî şandine ajansa me de wiha hat gotin: “Zeynep Temel zarokek girtî ye û ceza girtiye. Ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê surgunî Girtîgeha Zarokan a Hatayê hat kirin. Li wir du hefteyan ma.  Yên di bin temenê 18’yî de û yên ceza girtine jî surgunî malên perwerdeyê ya zarokan a nîv vekirî dikin. Ji bo vê surgunê Mala Perwerdeyê ya Zarokan a Bozkurtê ya Hatayê kirin.
 
Derbarê Zeynebê de ji ber jimartin a li ser piyan red kiriye nêzî 40 girtekî hatiye girtin û 6 meh cezayê dîsîplînê daye. Piştî van cezayan niha jî surgunî Saziya Înfazê ya Cezayê ya Girtî ya Tîpa T ya Kocabaş a Denîzliyê hatiye kirin. Li girtîgehê tenê sê girtiyên jin hene.  Sewqên dinivîsin jî red dikin. Li koxuşê du kamera hene. Zeynep niha bi du hevalên jin ên bi navê Sîbel û Fatmayê re dimînin. Bi vî awayî bidome wê dest bi greva birçîbûnê bikin. Ji ber dûr in malbat nikarin biçin hevdîtina wan. Gelek caran hewl dane vê ragihînin çapemeniyê lê îdarê dest daniye ser. Em dixwazin di vê mijarê de tiştên pêwist bên kirin.”