'Em ê ji bo rizgarkirina Efrînê berxwedana xwe bidomînin'
- 09:01 9 Tîrmeh 2018
- Rojane
Lîlav Elî- Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Jinên herêma Efrînê yên ku di kampa berxwedanê ya kantona Şehbayê de bi cih bûne û têkoşîna xwe dewam dikin wiha gotin: "Em tevî hemû zor û zehmetiyên jiyanê, berxwedana xwe kêlî bi kêlî dewam dikin. Em ê rojekê teqez vegerin ser axa xwe. Ji ber ku baweriya me bi şervanên me yên azadiyê heye."
Di çerçoveye mijara berxwedana gelê Efrînê de li Kampa berxwedanê jinan nerînên xwe anîn ziman. Jina bi navê Naziliyê Mohemd a ku axivî got:" Dewleta tirk û hevkarên wê bi hovîtiya ku kirin ji Efrînê bi sed hezaran kes dan koçberkiri û bûn sedem ku jiyana xwe di bin çadirande berdewam kin. lê dîsa tevî hemû zehmetiyan û astengityên jiyanê ji bo ku em carek din vegerin Efrînê em ê li djijî hemû zahmetiyan têbikoşin.”
'Pêanînên Tirkiyeyê mirovatî derbas kirine'
Ji na bi navê Firyel Cimo jî bertek nîşanî dagirkirina Efrînê da û ev tişt got:"Erdogan û komên pê re bi êrîşên xwe nikarin îradeya Gelê Kurd bişînin. Ji ber ku Gelê Kurd îradeya xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo digire. Em qebul nakin ku em di bin dagirkeriya dewleta tirk de bijîn. Em wek dayîk ji bo rizgar kirina Efrînê em ê xwe bikin top û di nav çeteyan de biteqîn. Bangawaziya min ji hemû Dewletên navnetewî re heye ku êdî bê dengiya xwe bidawî bikin û ji ber ku pêkanînên dewleta tirk ên li ser Efrînê mirvatî derbas kirine."
'Em ê bi têkoşîna xwe vegerin Efrînê'
Jina bi navê Zehira Salêh Ebdî jî bertek nîşanî dagirkirina Efrînê da û wiha dirêjî da axafitna xwe: " Tekoşîna gelê Efrînê ku li Şehba dide meşandin wê misogeriya rizgarkirina Efrînê bi xwe re bîne. Planên ku dewleta tiek û hevkarên wê li ser gelê kurd çêdikin wê vala bên dexistin. Ji ber ku tu carî bi derevan mirov bi ser nektin. Em ê bi hêza xwe û hêza şervanên xwe di demek nêz de vegerin Efrînê."