Gello ên ku Şengal Hewlêr û Kerkûkê rizgar kirin kî bûn?

  • 17:58 8 Tîrmeh 2018
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ bi daxwuyanîyekê li hember daxwuyanîya Neçîrvan Barzanî helwesta xwe da nişandan û da dîyarkirin ku ew daxwuyanîya dema dawîn ya Neçîrvan Barzanî ku PKK weke hêzeke dagirker bi nav kir bi tundî şermezar dikin. TAJÊ ev tişt got: " Ev helwest û axaftin nîşaneya lihevkirina bi dijminê Gelê Kurda Tayyîp Erdogan re ye.”
 
TAJÊ bertek nîşanî daxuyaniya Neçîrvan Barzanî ya dawîn ku PKK wekî dagirker bi nav kir da û ev tişt got: "Hêza dagirker ew e ku welatîyên xwe dikujê û qetil dike. hêzeke dagirker ewe ku ji bo hebûna xwe li dijî mirovahîyê şerê mirovahîyê dike û  bê qural û qaîde ye. Ev hêz jî dewleta tirk e.  Hêza ku hata êzîdaxanê rizgar kir û parast li gel me pîroz e û li gel me tu caran nabe hêzeke dagirker. Dagirker dewleta tirk û hevkarên wê ne."
 
'Dema Fermanê li ku bûn'
 
 TAJÊ  xwedîderketina li gelê başurê Kurdîstan û Şengalê ya PKK'ê jî wiha nirxand:  “Hzêza ku di di 2017'an de xwe gîhand gele êzidî PKK bi xwe bû. Ya ku gele êzîdxanê ji fermanê xilas kir PKK bû. Ew gerîlayên ku xwarin û ava xwe ji devê xwe dan zarokên me û dan gele me û hiştin ku bijîn gerîlayên PKK ê bûn. Yên ku dîsa bi sedan jin û zarok ji deste DAÎŞ'ê rizgar kirin dîsa ew bûn. Piştî ku PKK hat Êzidxanê Hêza parastina Êzîdxanê YBŞ û Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê ava kir. Meclîs û rêxistina gelê me bi saya wan çêbû. Piştî erka xwe pêk anîn careke din vegeriyan cihên xwe. Tiştê ku gerîla ji bo me kiriye ti kes û hêzeke din nekiriye. Niha jî Nêçîrvan Barzanî dibêje PKK ji bo  başûrê Kurdistanê  hêzeke dagirker e. Ma gelo dema ferman çêbû ew li ku bûn? Kê êzidî di deste Daîşê de hêştin. Kî bû sebeba ew qas keç û jinên me ku werin qetil kirin û bi hezaran werin dîlgirtin.  Ma ne  PDK bû? Hêzên Nêçîrvan Barzanî bûn. Niha jî hêza ku em xilas kirin û parastin re dibêjin hêzeke dagirker e. Ma gelo ji bîr kir ku Kerkuk, Mexmûr, Hewlêr, Şengal ji êrîşên Daîşê rizgar kirin.” 
 
'PKK'ê me du caran rizgar kir'
 
Her wiha TAJÊ Neçîrvan Barzanî jî hişyar kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî. Em di serî de weke meclîsa TAJE û gelên Şengalê, gotina xwe dîsa dubare dikin PKK'ê me du caran rizgar  kir. Ji ber vê yekê baş tê zanîn Neçîrvan kesekî  wisa ye ku bi dewleta Tirk a dagirker re tim û dayîm  di  nav  hevkariyê de ye. Li ser vê yekê em ji Neçîrvan re dibêjin pêwîst e ku  dev jî hevkariya dijminê Gelê Kurd Erdoqan û dewleta tirk berde. Bila neye lîstikên Erdogan.  Ya ku hebûna Kurdistanê bi parêze PKK ye ne Erdogan e.  Em wek TAJÊ  bang li hemû jinan jî dikin ku li berxwedana xwe rizgariyê xwedî derkevin.”