Girtiya ku di huceryê de tê girtin 9 roj e di greva birçîbûnê de ye!

  • 17:35 8 Tîrmeh 2018
  • Rojane
MÊRSÎN - Zîynet Saglam a ku di Girtîgeha Jinan a Tarsûsê de di hucreyê de tê girtin 9 roj e di greva birçîbûnê de ye.
 
Hat diyarkirin ku Zîynet Saglam a ku di Girtîgeha Jinan a Tarsûsê de di hucreyê de tê girtin 9 roj e di greva birçîbûnê de ye. Zîyent a ku di huceryê de tê girtin hat ragihandin ku berî bi du hefteyan li sînorê Sûriyeyê hatiye girtin û di Girtîgeha Jinan a Tarsusê de tê girtin. Zîynet ji ber ku di hucreyê de tê hiştin û daxwaza wê ya derkeve qawîşê nayê qebûlkirin dest bi greva birçîbûnê kiriye û heta ku daxwaza wê bê bi cihanîn jî ew ê çalakiya xwe berdewam bike.