Qada darên Zeytûnan a li Çiyayê Hawarê dan ber agir
- 16:05 8 Tîrmeh 2018
- Ekolojî
EFRÎN - TSK û komên girêdayîxw wê, li Çiyayê Hawarê qada darên zeytûnan dan ber agir.
Hêza Çekdar a Tirk (TSK) û komên girêdayî wê piştî ku di 18'ê Adarê de ketin navenda Efrînê û dest bi talanê kirin karê xwe berdewam dikin. Di çarçoveya vê talana ku tê kirin de li Çiyayê Hawarê yê ku 15 kîlometre dûrî Efrînê ye hêzên TSK'ê û komên girêdayî wan qada ku darên zeytûnan lê hebûn dan ber agir. Hat ragihandin ku şewat berdewam dike û vemirandina agirê ku bi darên zeytûnan ketiye jî tê astengkirin.
Herwiha çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li navenda Efrînê di navçer komên çete û TSK'ê de jî rageşiyek heye û ji ber vê şer derketiye. Heman çavkaniyan diyar kir ku talan jî berdewam dike.