'Kurdistan bi tehdîda Faşîzmê re rûbirû ye'

  • 15:37 8 Tîrmeh 2018
  • Rojane
SERÊKANIYÊ - Jinên Ciwan li bajarê Serê kaniyê bi armanca ku êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Kurdistanê şermezar bikin daxuyanî dan çapemeniyê.
 
Bi armanca şermezar kirina êrîşên dewleta tikr li ser axa Kurdistan  jinên ciwan yên bajarê Serêkaniyê ku girêdayî Kantoan Hesekê ye daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê mamoste Tîcan Tewîl ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: "Bi salan e em li Kurdistanê di bin êrîşên, qirkirinê de dijîn û  li ser erdnîgariya kurdan êrîşên faşîzan berdewam dikin. Bi serkêşiya dewleta tir êrîşên li ser Efrînê hatin destpêkirin hîna berdewam dikin û îro jî heman zîhniyet li başûrê Kurdistanê jî êrîşên xwe berdewam dike. Axa Kurdistanê bi tehdîda faşîzmê re rû bi rû maye. Dîktetoriya faşîst a AKP - MHP’ê hebûna xwe li ser tûnekirina kurdan ava kirine. Li hember van poltîkan bi pêşengtiya jinên ciwan û ciwanan re têkoşînek bê hempa hat  dayîn û wê ev têkoşîn bidome.  Heta dilopa xwîna xwe ya dawîN emê ji bo parastina axa xwe li ber xwe bidin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em jinên ciwan bang hemû kurdan û jinên ciwan dikin ku parastina axê wekî nan û avê pêwiste û divê axa xwe biparêzin."
 
Daxuyanî  bi dirûşmên " Serî hilde, "Şerbike û Kurdistanê azad bike" bi dawî bû.