Samî yê ku winda bû cenazeyê wî hat dîtin

  • 13:08 8 Tîrmeh 2018
  • Rojane
BEDLÎS  - Zarokê 2 salî Samî Yildiz yê ku li Xelata Bedlîsê winda bû cenazeyê wî hat dîtin.
 
Zarokê bi navê Samî Yusuf yê ku li gundê Xelatê yê bi navê Yuvadamiyê dijiya, di dema ku li ber deriyê mala xwe dilîst winda bibû.  Ji bo Samî yê ku winda bû ji duh ve lêgerîn hatinû destpêkirin.
 
Di encama lê gerîna ku 24 saetan berdewam kirî, cenazeyê Samî yê biçûk ji mala wî bi kîlometreyekê dur li rêya çem hat dîtin.
 
Cenazeyê Samî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xelatê.