'Bi hêza Jinên ciwan em ê dawiyê li pergala deshilatdariyê bînin'

  • 12:52 8 Tîrmeh 2018
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ - YJC'ê  li Girkêlegê gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezarkirin.
 
Yekîtiya  Jinên Ciwan (YJC) li navçeya  Girkêlegê ji bo  şermezarkirina tehdîd û êrîşên Tirkiyeyê li ser  herêmên  Kurdistanê  daxûyaniyek da.  daxuyanî li pêşiya peyimangiha Şehîd Baz , bi tevlîbûna bi dihan ji jinên kurd û ereb ên ciwan hat dayin.
 
Di daxuyanî ku ji aliyê Rêvebera Jinên Ciwan yên Girkêlegê Mizgîn Sarîk ve hat xwendin de wiha hat gotin: "Bi salan e li Kurdistanê êrîşên qirkirina mirovan ji aliyê faşîzmê ve didomin. Bi serkêşiya dewleta tirk, axa Kurdistanê bi êrîşan re rû bi rû ma ye, li hember van polîtîkayan  bi pêşengtiya jinên ciwan berxwedaniyeke bê hemba tê meşandin  û bi hezaran jinên ciwan ji bo hilweşandina pergala deshilatdariyê cane xwe feda kirin. Erdogan dixweze li hemberî  Gelê Kurd siyaseta tûnekirinê bide meşandin , bi dagirkeriya efrin re xwest damografiya herêmê bide gohertin her wiha gelê kurd mecbûrî koçberiyê pêk bîne. Hêza ku li hemberî dagirkeriyê bisekine hêze jinên ciwan e û heya dilopa dawî ya xwîna xwe em ê ji bo parestina axa xwe têbikoşin."
 
Daxuyanî bi dirşmên " Bijî serok apo , 'Serî hilde " hat bi dawîkirin.