Jinên ciwan: Emê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin
- 12:04 8 Tîrmeh 2018
- Rojane
KOBANÊ - YJC'ya Kantona Kobanê bi daxuyaniyeke ku da çapemeniyê êrîşên dewleta tirk ên li ser Kurdistanê şermezar kirin û wiha gotin “Heya dilopa xwîna xwe ya dawî em ê ji bo parastina axa xwe li ber xwe bidin.”
Di çarçoveya pêngava 2'emîn ya hemleya ‘Serî hilde’ de jinên ciwan li navenda Yekitiya Jinên Ciwan (YJC) û Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) a Kantona Kobanê daxuyenîyek çapemeniyê çapemenî ji raya giştî re dan û gotin ku ew ê heta dawiyê ji bo parastina bajarên xwe berxwedana xwe berdewam bikin.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de jinên ciwan ên Kantona Girê Spî, Eyn Îsa û Sirîn jî cih girtin. Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî hatin xwendin. Ya kurdî ji aliyê jina ciwan Rohat Hacî ve hat xwendin.
Daxuyaniya YJC'ê wiha ye wiha ye:
Bi salan e em li Kurdistanê di bin êrîşên, qirkirinê de dijîn û li ser erdnîgariya kurdan êrîşên faşîzan berdewam dikin. Bi serkêşiya dewleta tir êrîşên li ser Efrînê hatin destpêkirin hîna berdewam dikin û îro jî heman zîhniyet li başûrê Kurdistanê jî êrîşên xwe berdewam dike. Axa Kurdistanê bi tehdîda faşîzmê re rû bi rû maye. Dîktetoriya faşîst a AKP - MHP’ê hebûna xwe li ser tûnekirina kurdan ava kirine. Li hember van poltîkan bi pêşengtiya jinên ciwan û ciwanan re têkoşînek bê hempa hat dayîn û wê ev têkoşîn bidome.
Dewleta tirk tevahiya kurdistanê kiriye hedfa xwe
DewletaTirk a tenê parçeyekî Kurdistanê ji bo xwe nekiriye hedef. Ev delwt armanc dike ku tevahiya axa Kurdistanê dagir bike. Hêza ku li hember vê armancê bisekine bê guman hêza jinên ciwan e. Heya dilopa xwîna xwe ya dawîN emê ji bo parastina axa xwe li ber xwe bidin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em jinên ciean bang hemû kurdan dikin ku parastina axê wekî nan û avê pêwiste û divê axa xwe biparêzin."
Daxyanî bi diruşma ‘Serî hilde, şer bike û Kurdistanê azad bike’ bi dawî bû.