Hevdîtina Gulîzar Taşdemîr ya bi parêzer û malabta wê re tê astengkirin

  • 10:18 8 Tîrmeh 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji siyasetmedara kurd  Gulîzar Taşdemîr a ku di 4'ê Tîrmehê de ji Norveçê îdeyî Tirkiyeyê hat kirin agahî nayê girtin. Daxwaza parêzer û malabta Gulîzarê ya hevdîtinê jî tê redkirin.
 
Siyasetmedara kurd Gulîzar Taşdemîr ku 27 salan di nava siyasetê de cih girt û di 7'ê Hezîrana 2015'an de bi daxwaza îltîcayê li Norvêçê serlêdan kir, di 4'ê Tîrmehê de radestî Tirkiyeyê hatibû kirin.  Ji Gulîzara ku tê texmînkirin li Şaxa Têkoşîna bi Terorê (TEM) ya Stenbolê tê girtin tu agahî nayê standin. Nayê zanîn ku Gulîzara pirsgirêkên wê yên tendirustiyê hene bi muameleyeke çawa re rûbirû dimîne. Serlêdana malbat û parêzerên Gulîzarê ya hevdîtinê jî bê encam ma. 
 
 
Ji Malbata Gulîzarê ku ji bo agahiyê ji keça xwe bigire çû Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê re wiha hat gotin: "Hun nikarin keça xwe li vir bibînin kengî ku me ew şand girtîgehê hûn dikarin biçin wê bibînin."