KHK'ya dawi ya OHAL'ê hat weşandin: 18 hezar û 632 kes hatin îxrackirin
- 10:07 8 Tîrmeh 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya OHAL'ê de KHK ya bi hejmar 701 di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Bi KHK'ya ku hat weşandin re 18 hezar û 632 kes hatin îxrackirin û Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku qeyûm tayînê wê hat kirin jî di nav de 3 rojname û kanaleke telefîzyonê jî hatin girtin.
Di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya bi hejmar 701 di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Bi KHK'ya ku hat weşandin re 18 hezar û 632 kesên ku di saziyên dewletê yên curbicur de dixebitîn hatin îxrackirin û 148 kes jî li karê xwe vegeriyan.
Herwiha bi KHK'ya bi hejmar 701 ku hat weşandin re ji TSK'ê 324, ji Muduriyeta Giştî ya Emniyetê 1167 û Fermandariya Cendirmeyan ya Giştî payeyên 35 kesan ji wan hatin girtin.