Girtî hatin tehdîtkirin:Em ê van deran li we teng bikin

  • 09:10 8 Tîrmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - Endama Weqfa 78’an  Şengul Yuksel ya di meha hezîranê de ji girtîgeha jinan  a Bakirkoyê hat tahliyekirin, balkişand ser binpêkirinên mafan ên piştî daxuyaniya serokê giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî ya wekê ‘Li girtîgehan xwe ji bo serhildanê amade dikin’. Şengulê da zanîn ku midûrê girtîgehê jî tehdîda ‘emê van deran li we teng bikin’ kiriye.
 
 Endama Weqfa 78’an  Şengul Yuksel a di meha hezîranê de ji girtîgeha jinan  a Bakirkoyê hat tahliyekirin, balkişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan.  Şengulê destnîşan kir ku bi OHAL’ê re binpêkirina mafan ya li girtîgehan zêde bûye û  ev zêdebûn jî bi daxuyaniya serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ve girê da.
 
‘Piştî daxuyaniyê êrîş zêde bûn’
 
Şengulê balkişand ser daxuyaniya Devlet Bahçelî ya wekê ‘Li girtîgehan ji bo serhildanan xwe amade dikin’  û wiha pê de çû: “Piştî vê daxuyaniyê êrîşên li girtîgehan zêde bûn. Pêlavên hevalên jin li cem mêran derxistin û lêgerîn kirin. Em rastî pêkanînên dijdemokratîk hatin. Tiştek li girtîgehan biqewime berpirs Devlet Bahçelî ye.  Tu şansê parastina kesên girtîgehê tune. Rewşa ku bûyerê derxin tune. Tiştek li hundir pêk bê ev ji aliyê kesên Bahçelî ve dikare pêk bê.”
 
Şengulê bi lêv kir ku midûrê girtîgehê jî ew tehdîd kirine û got: “Hat koxuşa me û got ‘Canê we di destê me de ye. Em ê van deran li we teng bikin’.”
 
‘Li nexweşxaneyê destê me kelepçekirî bû’
 
Şengulê balkişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyan jî û got dema girtiyan dibin neaxweşxanê destê wan berovajî kelepçe dikin û girtiyên siyasî û edlî di heman rîngê de dibin. Şengulê daxuyakirin ku sedema vê jî ev e ku girtiyên siyasî bikin hedefa girtiyên edlî û her carê jî pirsgirêkek derdikeve.
 
Her wiha Şengulê diyar kir ku bi hinceta ‘rewşa awarte heye’ hemû daxwazên girtiyan tên redkirin û qedexeya name û pirtûkan jî berdewam dike. Herî dawî Şengelê binpêkirinên mafan û daxuyaniya Devlet Bahçelî dubare kir û banga piştevaniyê li rayagiştî kir.