ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2018'AN
- 09:00 8 Tîrmeh 2018
- Rojev
*Pira Mirad a dîrokî bi hatina demsala havînê re bi eleqeyeke mezin re rû bi rû dimîne. Mîna her sal îsal jî pira Mirad bi eleqeya turîst û gelê herêmê re rû bi rû dimîne. Pira ku xwedî 12 çavan e herî zêde bala turîstan dikişîne. DÎMEN HEYE
*Bertekên li dijî gotinên Nêçirvan Barzanî yên ku Tevgera Azadiya Kurd wekî dagirker nîşan dabû didomin. Endamên Rêveberiyên Sazî û Meclisên Til Temirê jî bertek nîşanî vê yekê dan û gotin:"Divê Serokên hikumeta Başûrê Kurdistanê nebin hevkarên dewleta tirk û polîtikayên qirkirinê yên li dijî Kurdan ji bîr nekin." DÎMEN HEYE
*Endama Weqfa 78’an Şengul Yuksel ya di meha hezîranê de ji girtîgeha jinan a Bakirkoyê hat tahliyekirin, balkişand ser binpêkirinên mafan ên piştî daxuyaniya serokê giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî ya wekê ‘Li girtîgehan xwe ji bo serhildanê amade dikin’. Şengulê da zanîn ku midûrê girtîgehê jî tehdîda ‘emê van deran li we teng bikin’ kiriye. BI DÎMEN
*Parêzer Amît Asye Demîr diyar kir ku kastrasyona zayendî, xesandin an jî darvekirin wê bûyerên îstîsmara zarokan zêde bike û wiha got: “Ji ber ku li welatên cezayên darvekirin û xesandinê pêk tên rêjeya bûyerên îstîsmar û tacîzê li gorî Tirkiyeyê zêdetir e. Her wiha darvekirin û xesandin di heman demê de rêbazek îşkenceyê ye.”