Xizmên Windayan Vedat Aydin bibîr anî
- 15:59 7 Tîrmeh 2018
- Rojane
AMED - ÎHD û Xizmên Windayan di çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” a hefteya 491’emîn de Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ê 27 sal berê di binçavan de kuştin bibîr anîn.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 491’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtîn û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xist. Wêneyên windayan hildan û li erdê raxistin. Rêveberên ÎHD û Odeya Tabîban a Amedê beşdar bûn. Di çalakiya vê hefteyê de Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ê di 5’ê tîrmeha 1991’an binçavkirin û pişt re cenazeyê wî li navçeya Madenê ya Xarpêtê hat dîtin bibîranîn.
Di çalakiyê de ewil Alîkarê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Racî Bîlîcî axivî û bibîr xist ku kuştina Vedat Aydin destpêkek bû û ji ber Aydin têkoşîna azadî, demokrasî û mafê mirovan birêve dibir di hedefa JÎTEM’ê de bû.
Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytun jî destnîşan kir ku Vedat Aydin di têkoşîna mafê mirovan de neferek girîng bû û got: “Heta ku bûyerên wê demê ronî nebin wê ev deriyên tarî jî vekiribîn.”
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin behsa çîroka windabûn, dîtin, merasîm û doza Vedat Aydin kir û ew bibîr anî. Yalçin da zanîn ku Aydin ê ku bû serokê HEP’ê yê Amedê ewil binçavkirin û pişt re ew kuştin û behsa merasîma cenazeyê Aydin a ku gelek mirov jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn kir. Yalçin anî ziman ku kujerên Aydin diyar in û di dosyeya lêpirsîna Aydin a 20 salan de tu tiştek nehat tespîtkirin.
Piştî axaftinan çalakiya 5 deqîqeyan a rûniştinê li dar xistin.