'Em ê heta dawî li dijî tecrîda giran bisekinin'
- 09:17 7 Tîrmeh 2018
- Rojane
Viyan Said/ Nisrîn Hisên
ŞENGAL - Li Bajarokê Digurê yê Şengalê jinên Êzidî daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin û gotin ku ew ê heta dawî li dijî tecrîda giran bisekinin.
Ev demeke dirêje ku agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Tecrîda li ser wî her ku diçe girantir dibe. Jinên Êzidî yên Digurê yê Şengalê nerazîbûna xwe ya li dijî vê rewşê anîn ziman û diyar kirin ku Abdullah Ocalan her di dilê wan de dijî û tu hêz nikare wan ji hev qut bike.
Jina bi navê Erno Naîf da zanîn ku ew ji ber rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi fikar in û got:"Bi salan e ku Rêber Apo di zindanê de ye û niha tecrîdek giran li ser wî ye. Em tu agahiyê nikarin ji wî bigirin û li dijî vê yekê hêzên navneteweyî jî bêdeng in. Ne ev tecrîda giran ne jî ev bêdengiya nayê qebûlkirin. Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe hêviya hemû gelan e. Em ê nehêlin ku tu kes hêviya me tune bike. Em ê heta dawî ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin."
'Rêber Apo bi fikirên xwe rêya azadiyê nîşanî me da'
Jina bi navê Etla Şemo diyar kir ku ji bo wê ji azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girîngtir tiştekî din tuneye û got:"Rêber apo bi fikirin xwe rêya azadiyê nîşanî me da. Em ê heta dawî di vê rêyê de têbikoşin û xwe biparêzin û ji bo azadiya Rêberê xwe serî hildin. Em ê bi her awayî xwedî li Rêber Apo derkevin û li dijî tecrîda giran bisekinin."