Jinan hişyar kir: Desthilatdarî kuştinên zarokan ji bo sererastkirinên nû bi kar tîne
- 09:08 7 Tîrmeh 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku kuştin û revandinên zarokan ên di rojevê de ne ji aliyê desthilatdariyê ve ji bo sererastkirinên nû wek alav tê bikaranîn û got çareserî jî bi têkoşîna hevpar derbas dibe.
Jin diyar dikin ku xesandina kîmyewî û darvekirin a ji sûcên revandina zarokan û kuştinên zarokan ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye rojevê, ne çareserî ye. Endama Komîsyona Jinan a ÎHD’a Îzmîrê Ayşe Nur Kîzaroglu û seroka Lijneya Rêveberî ya Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê Reyhan Kaplan diyar kirin ku li dijî kuştin û êrîşên zayendî têkoşîna hevpar şert e.
Ayşe Nur Kîzaroglu got êrîşa zayendî ya li hember jin û zarokan hilberîna şîdeta desthilatdariya serdest a mêr e û ev tişt anî ziman: “Cezayê darvekirinê wê pêşî li van bûyeran negire. Li welatên ku ev ceza pêk tê pêşî li sûc nagire. Fetvayên wekî zaroka 6 salî dikare bizewice tê dayin. Ev jî ji tecawizê re zemînê ava dike.”
Ayşe Nur her wiha ev hişyarî kir: “Qanûn bersûcên êrîşên zayendî diparêze. Darvekirin li dijî avabûnên li dijî desthilatdariyê tê bikaranîn. Her cureyê îstîsmara li dijî zarokan divê wek tecawiz bê navkirin û cezakirin. Lê mixabin ne sûcdar, jin û zarok tên cezakirin.
‘Pêşnûmepirs hatin redkirin’
Reyhan Kaplan jî bi lêv kir ku divê êrîşên nîjadperest bi şîdeta li hember jin û zarokan bê nirxandin û got rojeva welat di carekê de guhderiye û wiha pê de çû: “Tevgerên jinan ên herêmê hedef tên girtin. Rewş wek a herêmî tê nîşandan. Lê ne aydê herêmekê ye. Li her derê Tirkiyeyê bûyerên tacîz û tecawizê tên jiyîn. Pêşnûmepirsên derbarê jin û zarokan de pêşkêşî meclîsê hatine kirin jî bi dengên AKP’ê hatine redkirin. Wan nexwestin bûyer derkevin holê. Ji bo me derketina hinek tiştan wê erênîbûna.”