'Têkoşîna gelê Kurd a ji bo demokrasiyê bû mînak'
- 09:06 7 Tîrmeh 2018
- Rojane
Lîlav Elî-Ferîde Zada
ŞEHBA - Endama Desteya Rêveberî ya Federaliya Bakurê Sûriyeyê Rohelat Arif rewşa dawî ya li Rojava û tevahiya Sûriyeyê nirxand û got:"Ji bo aloziya di nav Sûriyeyê de bi dawî bibe yekîtiya gelan pêwist e."
Endama Desteya Rêveberî ya Federaliya Bakurê Sûriyeyê Rohelat Arif rewşa dawî ya li Rojava û tevahiya Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku pêwistî ji têkoşîna hevpar heye.
Rohelat Arif anî ziman ku têkoşîna gelê Kurd a ji bo demokrasiyê bandorek girîng û erênî li ser hemû gelên li Sûriyeyê kiriye û wiha got:"Têkoşîna gelê Kurd a ji bo demokrasiyê hêjayî pesindayinê ye. Em vê mînakê li Rojava baş dibînin û ji bo ev yek bandorê li ser tevahiya Sûriyeyê bike em hewl didin. Lê divê hemû pêkhateyên li Sûriyeyê ji bo ev aloziya bi dawî bibe bibin yek."
'Ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê rola gelê Kurd girîng e'
Rohilatê da zanîn ku heta niha hemû civînên ku ji bo Sûriyeyê hatiye kirin vala derketiye û tu encam nehatiye bidestxisin û bal kişand ser rola gelê Kurd a di çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê de û got:"Ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê rola gelê Kurd gelekî girîng e. Bêyî Kurdan pirsgirêka Sûriyeyê çareser nabe."
Rohilatê diyar kir ku rewşa Sûriyeyê ne baş e û got ku ev bandorek neyînî li ser Başûrê Kurdistanê jî dike û dibe sedema dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê.
'Pergala Rojava mînaka demokrasiyê ye'
Rohilatê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Pergala niha ku li Rojava ava bûye xizmetê ji demokrasiya hemû gelan dike. Divê ev pergal li hemû Sûriyeyê belav bibe û wekheviya gelan esas bê girtin. Têkoşîna gelê Kurd a ji bo demokrasiyê bû mînak. Divê hemû kes feyzê ji vê mînakê bigire da ku ji demokrasî û aştiyê re xizmet bê kirin."