'Divê mafê zarokan neyê binpêkirin'
- 09:04 7 Tîrmeh 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Berdevka Rêxistina Kongreya Star Gulîxan Tahir îstismara zayendî a li ser zarokan ku li Tirkiyeyê her ku diçe zêde dibe nirxand û got: "Divê mafê zarokan were parastin neyê binpêkirin."
Di dîroka Tirkiyeyê de her dem bûyerên îstismara li dijî zarokan, qetilkirin, tecawizkirin dubare bûye û bi taybet jî di salên dawî de ev hejmar zêdetir bûye. Bûyerên herî dawî yên derbarê qetilkirina zarokan de bû sedema nîşandayina bertekên tund. Berdevka Rêxistina Kongreya Star Gulîxan Tahir têkildarî qetilkirina zarokan a bi navê Leyla Aydemîr a ku li Agiriyê mirî hat dîtin diyar kir ku binpêkirina mafên mirovan sûcê mirovatiyê ye û got ku divê li dijî îstismara zayendî ya li ser zarokan tedbîrên mezin bê girtin.
Gulîxan Tahir anî ziman ku li Tirkiyeyê bi hezaran zarok bi êrîş û tundiya îstismara zayendî rû bi rû dimînin û got:"Li Tirkiyeyê gelek bûyerên îşkence, tundî û îstismara li dijî zarokan tên jiyîn û li dijî vê yekê tedbîrên girîng nayên sitendin. Zarokên wekî Leyla û Eylulê di bihara temenê xwe yên biçûk de tên qetilkirin. Ev yek ji bo civakek aram û azad xeterî ye. Ev yek tenê hilweşandina bingeha civakê bi xwe re tîne. Çimkî zarok bingeha civakê ya esas e."
'Divê zarok bên perwerdekirin'
Gulîxanê da zanîn ku ji bo îstismarên zayendî bi dawî bibin perwerdeya jin û zarokan jî girîng e û wiha dewam kir:" Ji ber li Tirkiyeyê sîstema perwerdeyê ne rast e û demokrasî kêm e loma tundî, êrîş, qirkirin û îstismara zayendî ya li dijî zarokan her ku diçe zêde dibe. Divê jin û zarok bên perwerdekirin û ji bo rê li demokrasiyê vebe divê pergala Tirkiye ya yekperest bê guhertin. Qelsbûna demokrasî û zihniyeta yekperest dibe sedema zêdebûyina tundî, êrîş û îstismar zayendî ya li ser zarokan."
'Li dijî pergale yekperest têkoşîn şerd e'
Gulîxanê da zanîn ku divê li dijî pergala yekperest têkoşîn bidome û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Divê rêxistinên mafên mirovan seferber bibin û li dijî îstismara zayendî ya li ser zarokan bisekinin ku zarok di temenê xwe yê biçûk de nebin qurbana zihniyetên qirêj û tenê ji berjewendiyên xwe dixebitin. Ya girîng ew e ku hemû cîhan ji bo mafên zarokan rabin ser piyan û dengên xwe berz bike."