'Divê em bi hev re serî li dijî dagirkeriyê hildin'

  • 09:02 7 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Hevseroka TEV-DEM'ê Eyşa Efendî bertek nîşanî tevgera leşkerên tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê da û got:" Çawa ku gel ji bo Efrîn û Kobanê seferber bûn, divê îro jî Başûr bi hemû pêkhateyên xwe seferberiyê îlan bikin û biryara têkbirina dagirkeriyê bidin."
 
Têkildarî mijara tevgera leşkerên tirk ên li ser axa Başûrê Kurdistanê û bêdengiya dewleta Iraqê û KDP'ê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Eyşa Efendî axivî û got:"Bêdengiya li dijî dagirkeriya dewleta tirk destûrdayin û erêkirina dagirkirinê ye. Dewleta Iraqê, hemû partiyên li Başûrê Kurdistanê û gelê li wir divê dengê xwe berz bikin û destûrê nedin dewleta tirk ku Başûr dagir bikin. Bi taybet divê KDP dawî li bêdengiya xwe bîne û ne gelê kurd dewleta tirk bi dagirkeriyê sûcdar bike."
 
Eyşa Efendî da zanîn ku pêvajoya hemû dewletên Rojhilata Navîn bi hev girêdaye û divê tevgerek bi hev re ya li dijî dagirkeriyê pêk were.
 
'Divê ji bo parastina axa Başûr seferberî were îlankirin'
 
Eyşayê anî ziman ku tevgera bi hev re divê esas bê girtin û  wiha dewam kir:"Çawa ji bo Efrînê û Kobanê hewldan û têkoşînên dîrokê pêk hatin divê ji bo parastina axa Başûr jî seferberî were îlankirin û helwestek zelal bê nîşandan."
 
'Heger planên qirkirinê têk neçin em ê li ser welatê xwe bibin koçber'
 
Eyşayê bal kişand ser planên qirêj ên qirkirinê û wiha pê de çû:"Êrîşên ku niha li ser çar parçeyên Kurdistanê didomin berdewamiya biryarên tunekirin û qirkirinê ye. Bi tecrîda giran a li ser Rêber Apo û bi planên qirkirinê dixwazin gelê Kurd têk bibin. Heger planên qirkirinê têk neçin em ê li ser welatê xwe bibin koçber. Lê bila tu kes vê yekê ji bîr neke ku em hêza xwe ji fikir û ramanên Rêber Apo distînin û em ê her berxwe bidin."
 
'Divê xiyanetên nû dubare nebin'
 
Eyşayê da zanîn ku divê xiyanetên nû dubare nebin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Heger kurmê darê ne ji darê be dar kurmî nabe loma divê em gelê Kurd bibin yek û rê nedin xiyanetên nû. Bila dîroka me bi rûpelên xiyanetê reş nebe. Divê em hemû êrîşana vala derxin û serî netewînin. Divê em bi hev re serî li dijî dagirkeriyê hildin."