Jinan polîtîkayên îstismara zayendî ya îktidarê protesto kirin

  • 17:04 6 Tîrmeh 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran jin hatin ba hevdu û bang kirin ku di warê îstismara zayendî ya li dijî zarok û jinan hikumet peywira xwe bîne cih. Jinan wekî sedema îstismarê bal kişandin ser polîtîkayên hukumetê. 
 
Platforma Şaxên Edeneyê yên KESK'ê derbarê qetilkirin û îstismara li ser zarokan li Egitim Senê ya Şaxa Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xist. Seroka Egitim Senê ya Şaxa Edeneyê Seçil Sonmez got:"Sedema bingehîn a van pirsgirêkan sîstema perwerdeya li vî welatî ye."
 
'Polîtîkayên hukumetê jiyana zarokên me tune dike'
 
Seçîlê da zanîn di 10 salên herî dawî de istismara zayendî ji sedî 700 zêde bûye û got ku ev ji ber polîtîkayên xeter ên îktîdarê ne. 
 
Edene
 
Jinên muxtar ên Edeneyê jî bertek nîşanî îstismara li ser zarokan dan û gotin ku divê zarok bên parastin û bang kir ku hukumet peywira xwe bi cih bînin.
Adana
 
Hatay
 
Komisyona Mafên Zarokan a ÎHD'ê Hatayê jî civîna çapemeniyê li ber avahiya xwe li dar xistin û gotin ku tecawiz, istismar û mirin her ku diçe zêde dibin û divê li dijî vana tedbîrên mezin bên girtin. 
 
Antalya
 
Platforma Piştevaniyê ya Jinê ya Antalyayê jî anî ziman ku li dijî zêdebûna îstismarê divê zarok bên parastin.