Li Talatê ‘qedexe’ hat îlankirin

  • 10:41 6 Tîrmeh 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li gundê Talatê yê Nisêbînê û gundê Kovanli yê Mehsertê ku duh operasyona leşkerî lê hatibû destpêkirin, “qedexeya derketina derve” hat îlankirin. 
 
Li ser fermana Walîtiya Mêrdînê duh êvarê li gundê Talatê yê navçeya Nisêbînê û li gundê Kovanli yê navçeya Mehsertê yên Mêrdînê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Îro berdestî sibê walîtiyê li Talatê û Kovanli “qedexeya derketina derve” da îlankirin. 
 
Hat zanîn ku dê “qedexe” heta fermana duyemîn dewam bike. 
 
Li Talatê ji duh ve têketin û derketina gund bi maşîneyên zirxî hatiye girtin. Welatiyên herêmê ragihandin ku duh êvarê piştî operasyon hatiye destpêkirin dem bi deman dengê çekan jî li herêma operasyonê bilind bûye.