'Divê jin ji çanda xwe ya kevnar dûr nekevin'
- 09:01 6 Tîrmeh 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Berdevka Kongreya Star Çinar Yûsif bandora filîmên Tirkî û Hindî yên li ser jin û civakê nirxand û got:"Filîmên Tirkî û Hindî dibe sedem ku gelê Kurd di bin bandora çanda popîlist de bimîne û jinê ji xwezaya xwe, çanda xwe ya kevnar dûr dixe."
Bandora çanda popîlîst her ku diçe zêde dibe û ev dibe sedem ku mirov ji çanda xwe ya xwerû dûr bikeve. Gelê Kurd jî bi salan e ku di bin zex û êrîşan de ye û her dem ji xwezaya xwe hatiye dûrxistin. Di vê mijarê de medya rolek girîng dilîze. Her wiha filîmên bi Tirkî û Hindî hinek jê bandorek neyînî bi taybet li ser jinê dike û dibe sedem ku jin ji çand û xwezaya xwe dûr bikevin. Têkildarî vê mijarê Berdevka Kongreya Star Çinar Yûsif anî ziman ku divê jin ji çanda xwe ya kevnar dûr nekevinû got:" Divê jin her dem xwe ji çanda popîlîst biparêze. Çimkî jin bingeha civakê ye."
Çinar Yûsif da zanîn ku desthilatdar her dem bi zimanê medyayê şerên psîkolojîk li ser civakê dide meşandin û bi vê yekê polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê jî dixin meriyetê û wiha got:"Medya bandorek neyînî li ser jin û ciwanan dike û bi vê yekê teslîmî kapîtalîzmê dibin. Her wiha nakokiyên di nav civakê de jî kûrtir dike. Loma divê di serî de jin û hemû kes xwe ji lîstikên medyaya desthilatdaran biparêze."
'Jinê bi awayekî ne rast bi civakê didin naskirin'
Çinarê wiha domand:"Ji ber şêwaza ne rast û şerê derûnî yên ku li ser medyayê bi rêya filim û reklaman tê dayin ev yek jî bandorek neyînî li ser ehlaq, jiyan û çanda civakê dike. Medyaya ku tenê ji bo berjewendiya kapîtalizmê û desthilatdaran dixebite jinê bi awayekî ne rast bi civakê dide naskirin. Loma divê haya mirov ji vê lîstikê hebe û tedbîra xwe bigire."
'Divê zarok û ciwan bên perwerdekirin'
Çinarê herî dawî wiha got:"Ji bo civak bi tevahî ber bi xetereyê ve neçin divê zarok û ciwan bên perwerdekirin û li filmên ku jinê diçewisînin û rêya ne rast nîşanî mirov didin, neyê temaşekirin. Divê mirov xwedî li çand û hunera xwe derkeve û ji çanda popîlîst dûr bikeve. Ev jî dê bi hêz û vîna jinê pêk were."