ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2018'AN
- 09:00 6 Tîrmeh 2018
- Rojev
*Berdevka Kongreya Star Çinar Yûsif bandora filîmên Tirkî û Hindî yên li ser jin û civakê nirxand û got:"Filîmên Tirkî û Hindî dibe sedem ku gelê Kurd di bin bandora çanda popîlist de bimîne û jinê ji xwezaya xwe, çanda xwe ya kevnar dûr dixe." DÎMEN HEYE
*Li Amedê jina bi navê Yuksel Yildiz, bi ked û hunera xwe tenûran çêdike. Yuksel, da zanîn ku çêkirina tenûran gelek zehmet e û di şert û mercên giran de dixebitin. BI DÎMEN
*Jinên ku di Pêşengeha Folklorê ya ku bi Pêşengiya Kevana Zêrîn li Dêrikê hat vekirin berhemên xwe pêşkêş kirin diyar kirin ku ew ji çanda xwe ya kurdî ya resen hez dikin û gotin ku ew ê her dem çanda xwe biparêzin. BI DÎMEN
*Doç Dr. Betul Sozerî diyar kir ku divê romatîzmaya zarokan cidî bê girtin û got ger di dema xwe de neyê dermankirin wê rê li ber xerabûna movikan a demdirêj vebike.
*Hevşaredara Pîranê ya Amedê Zulfiye Kîşmîr ku qeyûm tayînî şûna wê bû, beyî îdianameya wê jî bê amadekirin ev 10 meh in di girtîgehê de ye. Zulfiyeyê ji bo ligel kurê xwe yê bi nexweşiya epîlepsiyê ye be banga hestiyariyê kir û got rewşa wî her diçe xerabtir dibe.
*Seroka Komeleya Parastina Sewalan û Xwezayê ya Amedê Sevgî Ekmekçîoglu diyar kir ku îstîsmara li dijî zarokan divê ji îşkenceya li hember sewalan cuda neyê fikirîn û got divê di her du mijaran de jî sererastkirinên qanûnî bên kirin û xebatên perwerdeyê bên zêdekirin. DÎMEN HEYE
*Pêşangeha wêneyan a bi navê ‘xeyal nikare dîl bê girtin’ ku di navbera derve û hundir de dibe pir, banga empatiyê li ziyaretvanan dike. DÎMEN HEYE
*Doç Dr. Betul Sozerî diyar kir ku divê romatîzmaya zarokan cidî bê girtin û got ger di dema xwe de neyê dermankirin wê rê li ber xerabûna movikan a demdirêj vebike. DÎMEN HEYE