'Em bang li hemû kesî dikin ku destên xwe bidin ser wicdanê xwe'
- 15:17 5 Tîrmeh 2018
- Rojane
ROJANE...
Görüntülü
Foto-05-06-18-Van-kadim-platformu-aciklama
WAN - Platforma Jinê ya Axtamarayê derbarê istismar û kuştina zarokan de civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Endama OHD'ê ya berê Ekin Yeter axivî û got:"Em bang dikin ji bo pêşî li tundî û êrîşa li ser jin û zarokan bê birîn divê hemû kes destên xwe dînin ser wicdanê xwe."
Bi pêşengtiya Platforma Jinê ya Axtamarayê ji bo Leyla Aydemir a 4 salî û di 15'ê Hezîranê de li Agiriyê hat qetilkirin û ji bo Eylul Yaglikara ya di 22'ê Hezîranê de li Enqereyê winda bû civîna çapemeniyê li dar xist. TJA, saziyên jinan ên ku hatine girtin, nûnerên siyasî, OHP, endamên atolyeya jineolojiyê beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Di civînê de Endama OHD'ê ya berê Ekin Yeter axivî û got:"Polîtîqayên qirêj herî zêde bandora neyînî li ser jin û zarokan dike. Divê em hemû kes bibin yek û destûrê nedin ku tundî û êrîş li jin û zarokan bên kirin."
Ekînê wiha domand: Di meha hezîranê de 24 zarok bi îstismarê rû bi rû man. Mixabin ev pêvajoya her xwe dubare dike û didome. Divê em hemû kes tevî sazî û dezgeyan li dijî vê yekê bisekinin û dengê xwe bilind bikin. Em bang li hemû kesî dikin ku destên xwe dînin ser wicdanê xwe û dawî li êrîş û tundiyê bînin. "