TJA: Divê saziyên zarokan ku bi KHK'ê hatin girtin bên vekirin
- 12:49 5 Tîrmeh 2018
- Rojane
AMED - TJA'yê bertek nîşanî windabûn û qetilkirina zarokan da û diyar kir ku divê Wezareta Mafên Zarokan Demildest bê avakirin û sererastkrina qanûnî demildest bê kirin. Herwiha TJA'yê anî ziman ku divê demildest saziyên zarokên ku bi KHK'ê hatin girtin jî bên vekirin.
Bertekên li dijî windabûn û kuştina zarokan ku di demên dawîn de zêde bûne berdewam dikin. Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê zaroka bi navê Leyla ya 4 salî ku di 15'ê hezrîanê de li Agiriyê û Eylula ku di 22 Hezîranê de li Polatliya Enqereyê hatin revandin û qetilkirin de daxuyanî weşand. TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêrsa wan a ji ber revandin û qetilkirina Leyla û Eylulê zêde bûye û anî ziman ku zarok sedema têkoşîna wan a civaka azad in.
Daxuyaniya TJA'yê ku balê dikişîne ser zîhniyeta bavkisalar a ku di be sedema îstîsmara zarokan û kuştina wan wiha ye:
"Divê bê zanîn ku qetlîam û îstîsmara li dijî zarokan ne rasthatin e û ne kesane ye. Zîhniyata baviksalar ku zarokan wekî kes nabîne û mafên wan binpê dike plîtîkayên xwe yên tundiye bi caran anîne ziman û her bûyere li dijî zarokan ku hatiye kirin hewl daye ku veşêre. Wezîra Demê ya Malbat û Civakê ji bo Weqfa Ensar ku ku 45 zarok lê hatin îstismarkirin gotibû 'Sazikeme me ya ku bi xizmeta xwe derdikeve pêş naber ku ji ber bûyereke bi vî rengî carekê lê qewimiye bê reşkirin. Em Weqfa Ensar Nas dikin û em bi xizmeta wê şanaz in'. Dîsa Wezîrê Edaletê yê Demê jî ji bo ku li heman saziyê zarok îstîsmar kiribûn gotibû, ' Ev ne tecqizkar û kesên ku sûcê zayendî bikin bûyer bi daxwaza malbat û zarokan hatiye kirin' û îstîsmara li dijjî zrokên keç ên 12 salî meşrû nîşan dabû.
Piştî van polîtîkayan di deh salên dawîn de îstîsmarkirina zarokan ji sedî 700 zêde bû, bûyerên windabûna zarokan jî ji di 8 slaan de ji sedî hezar zêde bûne. Piştî qetilkirina Leyla û Eylulê zîhniyeta ku pirsgiêk wekî ya kesane nîşan da bi daxwaza îdam û xesandinê pirsgirêk ji eslê xwe hatiye dûrxistin. Divê saziyên zarokan ên bi KHK'ê hatin girtin bên vekirin, Wezreta Mfên Zarokan bê vekriin û ji bo perstina zarkanên qanûnî bên kirin.