Civaknasan li Wanê lêkolîn kir: Piranî mirinên bi guman in
- 09:05 5 Tîrmeh 2018
- Rojane
WAN - Civaknas Neslîhan Şedal diyar kir ku her întîxarek jinê di esasê de kuştinek e û got ji van bûyeran piranî wek mirinên bi guman me bi nav kiriye. Neslîhanê diyar kir ku tevî ev xwe di raporên nexweşxaneyê de jî dide xuyakirin polîs li ser mirinên biguman girtinan pêk nayne.
Li Wanê li gorî daneyên fermî di meha borî de 4 jinî di encama ‘întîxarê’ de jiyana xwe ji dest dan. Ji Platforma Jinan a Ahtamara civaknas Neslîhan Şedal anî ziman ku her întîxarek bi civak û pergalê re eleqedar e û got di dema bûyerê de ewil bi rayedarên nexweşxane û malbatan re hevdîtinê dikin û got pisgirêkên civakî, aborî dertên holê.
‘Piranî mirin bi guman in’
Neslîhanê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek sedemên wek derûnî, şîdet û aborî yên întîxarên jinan hene lê ya bi giştî pisgirêka pergalê ye. Yanî dema mirov bi kûrahî li ser vana pirsgirêkan lêkolîn dike, ji malbatê bigire heta perwerde, aborî û gelek tiştên din hene. Di temenê biçûk de zarok tên zewicandin. Loma jî gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne. Em di întîxaran de gelek mirinan bi guman dinirxînin. Tevî ev di raporên nexweşxaneyê de jî tên dîtin polîs di mirinên bi guman de tu kesî nagire.”
Neslîhanê destnîşan kir ku di hevdîtinên dikin de malbata jinekê dikare bi rehetî ji jina ku tê gotin întîxar kiriye, bêje mirina bi guman e û got: "Di hevdîtinek din tê gotin jinê bi dehan carî hewl daye întîxar bike lê ji malbatê kesî guh nedaye. Divê em van qêrînan guhdar bikin. Her întîxarek li gorî me cînayet e. "
Neslîhanê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pisgirêka aborî ya li ser întîxaran û got di hevdîtinên kirinin de hevjînê gelek jinên întîxar kirine ji ber sedemên aborî diçin bajarên din û jin jî li şûna ligel hevjînê xwe bijîn bi malbata hevjînê xwe re neçar dimînin bijîn.
Neslîhanê daxuyakirin ku yekane alternatîfa saziyên jinan û jinan jî têkoşîn e û divê jin ewil bibin xwedî hişmendî.