Avahiyên dîrokî yên Sûrê ev sê sal in li bendî restorekirinê ne

  • 09:03 5 Tîrmeh 2018
  • Rojane
AMED - Li navçeya Sûrê ya Amedê avahiyên dîrokî yên hezaran salî piştî qedexeya derketina derve hatin şewitandin û hilweşandin. Avahiyên ku jê re gotin wê bên parastin û restorekirin, ev sê sal in tên payîn.
 
Li Sûra Amedê di Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û gelek xaniyên dîrokî jî di vê pêvajoyê de hatin tunekirin, warên dîrokî hatin bombebarankirin, gulebarankirin. Piştî pevçûnan hilweşînên ku çand pê tune dibû berdewam kir. Tevî 3 sal di ser de derbas bûye jî hîna avahî nehatine restorekirin. Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê jî soza parastin û çêkirina avahiyan dabû. Lê avahî bi heman rengî ne.
 
Bûne hêlîna kesên hişbirê bi kar tînin
 
Li taxa Dabanoglu  jî bi sedan avahî ji şer bi bandor bûne û ji hinek van xaniyan ji aliyê xwediyên wan ve hatine çêkirin, yên vala jî ‘dikeve qada biryara cemawerîkirina lezgîn’ hatin hilweşandin. Li taxê li şûna xaniyan hîm nû hat avêtin û xaniyên vala bûne cihên kesên hişbirê bi kar tînin.
 
Gotin wê biparêzin lê…
 
Xaniyên ku hat gotin wê bên parastin, ji roja qedexe hatiye rakirin heta niha hîna di wê rewşê de ne. Malbatekê xanî bi derfetê xwe çê kir û got xaniyê wan du qat e û di pevçûnê de xesarek mezin dîtiye, qatê binî bi derfetên xwe çê kirine.
 
Malbata ku hewşa xaniyên wan ji ber ku hinek xerabe ye nikarin bi kar bînin, diyar kirin ku wezaretê ji wan re derbarê xaniyê wan de nivîsa ‘wê bê parastin û çêkirin’ hatiye şandin. Tevî nivîsî bi mehane tiştek nehatiye kirin û malbatê got ew ji bo çêkirina xanî piştgiriyê dipên.