'Divê jin li her qadên jiyanê têbikoşin'
- 09:01 5 Tîrmeh 2018
- Rojane
Delal Cemîl / Şînda Dawê
QAMIŞLO - Xebatkara Firina Lîlîtê ya Qamişloyê Semîra Mihemed da zanîn ku ji ber ku ew dixebite û li ser lingên xwe disekine gelekî bextewar e û got:"Heta em jin li ser lingên xwe nesekinin û berxwe nedin em ê ji aliyê zihniyeta feodal û baviksalarî her bên çewisandin. Loma divê jin li her qadên jiyanê têbikoşin."
Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jinan di nav xebatên saziyan, siyasetê, civakê de cihê xwe girtin û bi vê yekê serkeftinên dîrokî pêk anîn. Gelek jinên ku di nava çar dîwaran de hatibûn hepiskirin niha bi keda xwe ya pîroz li ser lingên xwe disekinin. Ji van jinan yek jî Semîra Mihemed e. Semîrayê di firina jinê ya bi navê Lîlîtê ku ji aliyê Buroya Jinê ya Şaredariyê di 11'ê Kanûna 2016'an de hat vekirin de dixebite û dibêje ku bi saya xebatê ew bi hêztir bûye û nêrîna wê ya li jiyanê bi aweyekî erênî hatiye guhertin.
Semîr Mihemed a ku 32 salî ye û diya du zarokan e dibêje:"Niha ez dixebitim û bi keda destên xwe zarokên xwe xwedî dikim ev yek ji bo min bextewariyek bê hempa ye. Di destpêka vekirina firinê de me gelek zehmetî kişand lê niha em bi awayekî serkeftî karê xwe didomînin."
'Em wekheviya gelan esas digirin'
Semîreyê anî ziman ku ew di nava xebatê de wekheviya gelan esas digirin û wiha domand:"Em berê tenê 2 jin dixebitîn lê niha em 4 kes in. Di nav me de jinên Ereb jî hene. Lê em wek xwişkên hev li hev mêze dikin. Dema ku em dixebitin em cudatiyê nakin navbera xwe û em bi awayekî kolektîf dixebitin."
'Divê jin li her qadên jiyanê têbikoşin'
Semîrayê da zanîn ku Buroya Jinê ya Şaredariyê ji bo wan şanşek baş e û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Banga min ji bo hemû jinan ew e ku di nav çar dîwaran de nefetisin û beşdarî xebatê bibin. Ji bo jin neçewisin divê li her qadên jiyanê têbikoşin."