ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2018'AN
- 09:00 5 Tîrmeh 2018
- Rojev
*Xebatkara Firina Lîlîtê ya Qamişloyê Semîra Mihemed da zanîn ku ji ber ku ew dixebite û li ser lingên xwe disekine gelekî bextewar e û got:"Heta em jin li ser lingên xwe nesekinin û berxwe nedin em ê ji aliyê zihniyeta feodal û baviksalarî her bên çewisandin. Loma divê jin li her qadên jiyanê têbikoşin." DÎMEN HEYE
*Ji ber tifaq û planên hevpar ên wekî Amerîka, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê gelên Rojhilata Navîn mecbûr dimînin ku koçber bibin û di vê rêwitiya koçberiyê de ya dimirin an jî bi tundî û êrîşan rû bi rû dimînin. Bi taybet jî jin û zarok di vê rêwitiyê de gelekî diêşin. Hîn cenazeyê Alan Kurdî yê ku li ber pêlên bahrê hat dîtin, ji hafizaya civakê derneketiye. Qaşo ji mirinê direvin lê dîsa bi mirinê rû bi rû dimînin. Gunehê van jin û zarokan çi ye ku her dem rastî îşkenceyê tên? JI PÊNÛSA JINAN
*Li navçeya Sûrê ya Amedê avahiyên dîrokî yên hezaran salî piştî qedexeya derketina derve hatin şewitandin û hilweşandin. Avahiyên ku jê re gotin wê bên parastin û restorekirin, ev sê sal in tên payîn. DÎMEN HEYE
*Bi kampanyaya ji bo nexweşên pençeşêra memikan a metastatîk re wê piştigiriya derûnî ji bo jinan bê dayîn.
*Civaknas Neslîhan Şedal diyar kir ku her întîxarek jinê di esasê de kuştinek e û got ji van bûyeran piranî wek mirinên bi guman me bi nav kiriye. Neslîhanê diyar kir ku tevî ev xwe di raporên nexweşxaneyê de jî dide xuyakirin polîs li ser mirinên biguman girtinan pêk nayne. DÎMEN HEYE
* Heyeta dadgehê derbarê gumanbarê îstîsmara zayendî Mehmet M.K de berê du sal ceza dabû lê piştre ‘daxistina takdîrî’ pêk anî û ceza daxist salek û 8 mehan.