ÎHD: Ji bo zarokan divê mekanizmaya çalak bê avakirin

  • 17:58 4 Tîrmeh 2018
  • Rojane
ÊLIH - Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê bertek nîşanî îstîsmarkirina zarokan da û got: "Ji bo zarokan divê mekanizmaya serlêdanê ya çalak bê avakirin. Divê zarok bi her awayî bên perwerdekirin û hêzkirin." 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlihê, têkildarî îstîsmar û tundiya li ser zarokan li komeleya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di civînê de Hevserokê komeleyê Devran Yildiz, xwest her kes li dijî îstîsmar û tundiya li dijî zarokan tê meşandin dengê xwe bilind bikin û wiha got: “Bila neyê ji bîr kirin îstîsmar ne tenê îstîsmara zayendî ye. Ger ku mafê zarok ji destê wan bên girtin û zarok ji perwerdehiyê bê mahrumkirin îstîsmar e. Ger ku zarok ji zimanê zikmakî, çand, tenduristiyê bêpar bê hiştin îstîsmar e. Ger ku bi zarokî bê zewicadin îstîsmar e." 
 
Hevseroka ÎHD'ê Rumeysa Denîz Ekinci jî diyar kir ku li Tirkiye herî zêde zarok rastî îstîsmarê tên. Li gorî TUÎK'ê di 10 salên dawî de 482 hezar û 908 zarokên keç bi destûra dewletê hatine zewicandin. Di 6 salên dawî de 142 hezar û 298 zarok bûn dayik. Gelek ji wan bi mahar mele hatin zewicandin. Di 16 salêm dawî de 440 hezar zarokên kêmî 18 salî zarên wan çêbûn. 15 hezar û 937 keçên temenê wan kêmî 15 salî rastî îstîsmara zayendî hatin."