Parlamenterên HDP'ê yên Amedê mazbatên xwe girtin
- 16:20 4 Tîrmeh 2018
- Ramyarî
AMED - Parlamenterên HDP'ê yên Amedê mazbatên xwe ji Saziya Hilbijartinê ya Bajêr girtin.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê Dersim Dag, Semra Guzel, Saliha Aydeniz, Garo Paylan, Hişyar Ozsoy, Îmam Taşçier, Selçuk Mizrakli û Mûsa Farisoğullari mazbatên xwe ji Saziya Hilbijartinê ya Bajêr girtin.
Dersim Dag dema mazbata xwe girt axaftinek kurt kir û got:"Tevî hemû zextan HDP bi ser ket."