TJA: Berpirsiyarê zêdebûna îstismarê AKP ye
- 15:05 4 Tîrmeh 2018
- Rojane
ÊLIH - Hevberdevka Meclîsa TJA' ê ya Êlihê Songul Korkmaz diyar kir ku berpirsiyarê zêdebûna îstismarê AKP ye û got:"Ji bo Leyla û Eylulan welatekî ku dê lê bê jiyîn em ê ava bikin."
Meclîsa Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê îstismara û komkujiyên li ser zarokan li ba avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna çapemeniyê li dar xist. Hevberdevka TJA'yê Songul Korkmaz, Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Bêrîvan Helen Işik, Hevberdevka KCD'ê Derya Aslan, Dayikên Aştiyê, Parlamenterên HDP'ê beşdarî civînê bûn.
Hevberdevka TJA'yê Songul Korkamaz di civînê de axivî û got:"Di salên 2008 û 2016'an de ji 105 hezarî bêtir zarok hat revandin. Ji ber ku kujer bi cezayên wan hat xistin û bi cezayên hindik hatin darizandin, îstismar zêde bû."
'Divê îktidar hesab bide'
Songulê da zanîn ku di derbarê bûyerên herî dawî qewimî de îktidarê gavên cidî neavêtiye û got:"Îktidara AKP'ê destûra mahrbirînê da muftiyan û rê li ber zewaca zarokatiyê vekir. Bûyerên ku li Weqfa Ensarê hat jiyîn dîsa pêşî li îstismara zarokan vekir. Li dijî tiştên ku AKP'ê kiriye meriyetê divê hesab bide."
'Xesandina kîmyewî ne çareserî ye'
Songulê da zanîn ku xesandina kîmyewî ne çareserî ye û got:"Em wekî TJA'yê îstismar û kuştinê şermezar dikin û em dibêjin bila berpirsiyarên îstismar û kuştinê hesab bidin. Ji bo Leyla û Eylulan welatekî ku dê lê bê jiyîn em ê ava bikin."