Norwêcê aktîvîsta Kurd a jin radestî Tirkiyeyê kir
- 14:37 4 Tîrmeh 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara Kurd Gulîzar Taşdemîr ku ji bo penaberiya siyasî serî li Norwêcê dabû û û tedawî dibû, radestî Tirkiyeyê hat kirin.
Gulîzar Taşdemîr ku nêzî 27 salan di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bi awayekî çalak cih girt, 7'ê Hezîrana 2015'an li Norwêcê ji bo penaberiya siyasî serlêdan kiribû. Taşdemîr a ku bi nexweşiyeke giran e, li gel helwestan û şertên zextên Tirkiyeyê jî hat dersînorkirin. Diyar bû ku îro hatiye dersînorkirin.
Ev dersînorkirina li Tirkiyeyê, ku mafê mirovan, azadî û hiqûq lê rabûye, ji bo mafê penaberan rewşeke nû û metirsî destnîşan dike.
Gulîzar, sala 2015'an piştî ku serî li Norwêcê dabû serlêdana wê nehatibû qebûlkirin. Gulîzarê li ser vê yekê îltîcayî Elmanya kiribû. Vê carê jî bi hinceta peymana Dûblînê ew dabûn Norwêcê.
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) beriya ku Gulîzarê were dersînorkirin bi daxuyaniyekê gotibû, "Tê xwestin ku Gulîzarê bikin qurbana yasayan." TJK-E'yê xwestibû ku Gulîzarê neyê dersînorkirin û domandibû, "Li Tirkiyeyê hê jî Rewşa Awarte heye. Li Tirkiyeyê, di rejîma yekdestî de ewlehiya jiyanê ya mirovên ne xwedî nasnameyên siyasî jî nemaye. Diyar e ku ewlehiya jiyanê ya Gulîzarê, ku bi nasnameya siyasî tê naskirin, tune ye."