Ji diya Deryaya ku winda bûye banga hestiyariyê

  • 12:55 4 Tîrmeh 2018
  • Rojane
WAN - Derya Gul a 16 salî ji mejiyê xwe astengdar e ev 10 roj in ku li Wanê winda ye. Dayika Deryayê, Nuriye Gul ji bo keça xwe banga hestiyariyê kir û got:"Heta ku tiştek nehatiye serê keça min bila bê dîtin."
 
Derya Gul a 16 salî ji mejiyê xwe astengdar e ev 10 roj in ku li Wanê winda ye. Dayika Deryayê, Nuriye Gul ji bo keça xwe banga hestiyariyê kir û got:"Heta ku tiştek nehatiye serê keça min bila bê dîtin. Dema ku keça min hîn nû winda bûbû em çûn emniyetê. Lê derbarê dîtina keça min de tu xebat nehat meşandin."
 
'Keça min nikare mala xwe bibîne'
 
Nuriyeyê da zanîn ku keça wê astengdar e û nikare mala xwe bibîne û got:"Keça min di 25'ê Hezîranê de derket û êdî nehat malê. Ew bi tena serê xwe nikare mala xwe bibîne. 9 zarokên min hene. 5 zarokên min ji mejiyên xwe astengdar in. Lê ji ber ku kesekî alîkariya me nekire me rapor jî nikaribû bigirta. Rewşa me ya aborî ne baş e. 2 lawê min ji mejî astengdar bûn lê dîsa jî ew şandin leşkeriyê. Bavê zarokên min me terk kir. Lawê min kuçe bi kuçe li keça min digere lê hîn li tu şopa wê rast nehat."
 
Nuriyeyê bang kir û got:"Ez tika dikim ku saziyên jinan raya giştî keça min bibînin. Sax be jî mirî be jî bila bê dîtin."