ÎRA: 2 rojnameger hatin girtin 33 rojnameger jî hatin darizandin

  • 11:06 4 Tîrmeh 2018
  • Rojane
AMED - Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad rapora meha hezîranê bi raya giştî re parve kir û diyar kir ku di serdema hilbijartina 24'ê Hezîranê de AA û TRT wekî berdevkên îktîdara AKP'ê dixebite. 
 
Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora meha Hezîranê ya binpêkirina mafên rojnameger û çapemeniyê parve kir. ÎRA, di raporê de diyar kir ku rapora Binpêkirina Mafê Rojnamegeran di serdema kampanya hilbijartinê de pêk hat û wiha go: "Di serdema kampanyayê de bêtir zext li çapameniyê hat kirin, bi ‘çapameniya yekalî ya girêdayê hikûmetê weşaneke yekalî pêk hat û kampanya partiyên muxalefet wek tune hat hesibandin. Di serî de Ajansa Anadolu (AA) û TRT’ya ku bi baca gel hatiye damezrandin û weşanê dike cihê ku wekhev nîzîkî hemû partiyan bibe wek berdevkên partiya desthilatdar tevgeriyan. Dîsa hem ji bo diyarkirina encamên hilbijartinê tenê AA wek peywirdar kar kir û hem jî bi weşana xwe manûpilasyoneke bê hesab pêk anî. Wisa ku bi kiryarên xwe nelirêtiyên di hilbijartinê de pêk hate pirtir nelirêtî û bê dadiya weşana AA û TRT’ê bûn mijara rexne û nirxandinên raya giştî. " 
  
Înîsiyatifê da zanîn ku di serdema kampanyeya hilbijartinê de saziyên weşanê yên wek berdevkê hikumetê xwe peywirdar kirin tenê li dijî muxalefetê bêdadiya weşanê nekirin; wan di êrişên bi ser muxalefetê de jî alîgiriya dewlet û hikûmetê kirin û êrişkaran bi weşanên xwe yên berovajî parastin û wiha berdewam kir: "Bi van kirinên xwe zagonên pîşeyî yên weşangiriyê serobin kirin. Di bûyera li Sirûcê de ku malbata Şenyaşar ji aliyê Parlamenterê AKP’ê yê Rûhayê û malbata wî ve rastî êrişê hatibûn û ji malbata Şenyaşar 3 kes hatibûn kuştin. Ji kuştiyan 2 jê li nexweşxaneyê bi rengeke hov ji aliyê alîgirên vê malbatê ve hatin lînçkirin. Li gel ku Edlî tip got: “Ev kes bi çek û alavên birînê hatine kuştin jî AA, TRT û çapameniya din a alîgir buyerê an nedîtin an jî berovajî kirin û kujeran parastin. Li gel ku dîmenên vê qirkirinê derket jî ev dîmen ji aliyê van sazî û dezgehên ‘çapameniya’ yekalî ya berdevkê AKP’ê ve hat birîn û xwestin gel bi dîmenên birandi, berovajî enforme bikin." 
 
ÎRA,  xwest ku ji bo ku rayagiştî ji vê dezenformasyonê û operasyona afirandina têgihîştina berovajîkirinê xwe rizgar bike yekane rê ev e ku di her şert û mercî de xwedî lê derketina zagonên çapameniyê yên azad e û wiha lê zêde kir: "ÎRA li dij weşana yekalî ya di bin kontrola dewlet û desthilatdariyê de rastiyan li gor berjewendiyên dewlet û desthilatdariyê berovajî dike û radigihîne, li ber weşangeriya rast û azad xwedî helwest e. Ji ber vê wesîlê ji mêj ve bûye hedefa desthilatdariya yek mirov û rastî her cura êriş û talanê hatiye. Li dij zêdebûna êrişan serî neçemandiye û gel bê nûçe nehiştiye. Ji bo van hewildanên xwe yên pîroz pêk bîne jî gelek rê û rêbazên dewlemed bikar aniye. 
ÎRA dê xwedî li zagon û prensîbên çapameniya azad derkeve bi xebata xwe rapora hemû êriş û binpêkirinên mafên rojnamegeran binivisîne û ji bo raya giştî parve bike. Li gor vê helwestê rapora me ya meha Hezîranê wisan e:
 
Hêj 192 rojnameger di girtîgehê de ne.
2 rojnameger hatin binçavkirin.
2 rojnameger hatin girtin 
33 rojnameger hatin darizandin. 
1 rojnameger bi bihayê pereyê 1041 rojan hat cezakirin.
7 rojnameger doz li wan vebûn 
3 rojnameger ji dozên ku dihatin darizandin berat kirin. 
1 buroya çapê rastî serdagirtina polîsan hat û bi saetan li cihê serdagirtî lêgerîn kirin. 
 
Em wek ÎRA bang dikin û dibêjin: “192 rojnamegerên girtî ku ji wan 70 jê endamên Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad in demildest serbest bên berdan."