Li Şirnexê 4 herêm hatin qedexekirin
- 10:20 4 Tîrmeh 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Li herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê li 4 herêman "Herêma Ewlehiya Taybet" hat îlankirin û ji bo 15 rojan hatin qedexekirin.
Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku Li herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê li 4 herêman "Herêma Ewlehiya Taybet" hat îlankirin û ji bo 15 rojan qedexe kirine. Walîtiyê diyar kir ku li herêma Kale, girên Gemihanasur, Adakli û Uçtepeler "Herêma Ewlehiya Taybet" îlan kiriye û li çûn hatina sivîlan hatiye qedexekirin. Herêm dê 15 rojan li sivîlan qedexe be.