'Ez ji ser axa xwe naçim tu derê'

  • 09:50 4 Tîrmeh 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Ayşe Kabul di serdema qedexeya derketina derve de ji ber ku mala wê xera bûbû derbasî mala kirê bûbû lê careke din dê mala wê xera bibe û cara 3'emîn dê ji cihê xwe bibe. Mala Ayşeya 60 salî di salên 1990'î de ji ber polîtîkayên koçberiyê 2 caran hatibû şewitandin. Lê Ayşeyê bi biryar e û dibêje "Ez ji ser axa xwe naçim tu derê."
 
Di salên 1990'an de bi polîtîkayên koçberiyê ji nav bajarên ku herî zêde bi bandor bû yek jê Şirnex e. Piştî qedexeya derketina derve Şirnex dîsa bi hilweşandinê rû bi rû ma û 8 kuçeyên wê hat hilweşandin û li dewsa wê TOKÎ hatin avakirin. Li bajarê ku li her derî û kuçeyên wê çirokên Kurdistanî qewimî ye, Ayşe Kabul a 60 salî 3 caran dê ji cihê xwe bibe. 
 
Ayşeyê li hemberî TOKÎ'yan li malek ku ew ê jî bê hilweşandin de dimîne. Ayşeya ku di mala kirê de dimîne dê cara 3'emîn bibe şahidê hilweşandina mala xwe. 
 
Di sala 1990'an de mecbûr ma ku ji Feraşînê derkeve
 
Ayşeya ku di salên 90'î de mecbûr ma ku ji gundên Feraşînê derkeve  wiha behsa çîroka xwe dike:"Em li Feraşînê li gundekî diman. Mala me û ajalên me hebûn. Me amadekariya zivistanê jî kiribû. Piştre di şevekê de gotin hûn ê ji gund derkevin. Em jî mecbûr man ku tiştekî xwe negire û ji gund derkeve. Piştî ku em derketin malên me xera kirin. Piştre em derketin û em hatin Şirnexê. Dema em hatin Şirnexê cihê ku em lê bimînin tunebû. Her wiha tiştekî ku em bixwin jî tunebû. Me herî dawî çadirek vekir û ez û zarokên xwe li wir man."
 
'Mala min sê caran hat hilweşandin lê dîsa ez vegeriyam cihê xwe'
 
Ayşeyê pêvajoya koçberiya xwe ya ku hat duberekirin wiha rave dike:"Me mala xwe ava kir û me pergala xwe ava kir. Rojekê dîsa me şevekê ji gund derxistin. Demekê em dîsa di kon de man. Piştre min û zarokên xwe me bi hev re malek bi destên xwe ava kir. Dawiyê dewletê got hûn dikarin dîsa vegerin gundê xwe. Em tevî ajalên xwe dîsa vegeriyan gund. Me mala xwe ya li gund dîsa çê kir. Me dîsa pergala xwe ji nû ve ava kir. Tam me got xelas bû dîsa li gund pevçûn dest pê kir. Top avêtin ser me. Me dîsa alav û ajalên xwe li gund hiştin û em hatin vir dîsa."
 
'Em ji vir naçin'
 
Di sala 2015'an di serdema qedexeya derketina derve a Şirnexê de mala Ayşeyê dîsa hat hilweşandin. Lê Ayşeyê koçber nebû û dibêje "Çi dibe bila bibe ez dev ji Şirnexê bernadim û naçim derekê." 
 
Ayşeyê got:"Dewlet naxwaze ku Kurd li vir bijî. Naxwaze ku navê gelê Kurd li vir bê bihîstin. Neyartiyê li dijî gelê Kurd dike. Kurd li ku be dibêje ez ê wir xera bikim. Lê çi dibe bila bibe em vir terk nakin. Heger li dijî vê hilweşandinê me berxwe dabe em ê bi her hawî li ber xwe bidin."