TJA'yê derbarê qetilkirina Leyla û Eylulê de daxuyanî da

  • 16:34 3 Tîrmeh 2018
  • Rojane
WAN - Li Tirkiyeyê bertêkên li hemberî qetilkirina Eylûl û Leylaya biçûk mezin dibin. TJA'yê  bi daxuyaniyekê qetilkirin û îstîsmarkirina zarokan şermezar kir. 
 
Li Tirkiyeyê hejmara zarokên ku wenda dibin zêde dibe. Her roj li bajarên cuda agahiyên zarokên wenda tên. Herî dawî bi îstîsmarkirin û qetilkirina Eylûl Yaglikara ji her deverên Tirkiyeyê bertekên mezin hatin. Piştî Eylûlê, Leylaya biçûk jî mirî hat dîtin. Derbarê qetilkirin û îstîsmarkirina zarokan de Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya DBP'ê daxuyanî da çapemeniyê.
 
‘Kesên ku digotin”Li Firatê berxek bimre berpirsyarê wê ez im”Ew ji mirina Leylayê berpirsyar in
 
Daxuyanî ji aliyê endama Endama Rêveberiya Rêxistina Bajêr a HDP'ê Handan Karakoyun ve hat xwendin. Handanê diyar kir ku di serdema hikûmeta AKP’ê  de îstîsmara li ser jinan û zarokan her roj zêdetir dibe û wiha got:”Di rojên dawî de bi revandina zarokan re  destdirêjî, şîkence zêde bû. Bi taybetî jî di dema hikûmeta AKP’ê de ev zêdetir bûye. Hikûmet  bi politikaya nedarizandina sûcdaran bûye sedem ku sûcên îstismarê zêde bibin. Di salên berê de Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdoğan bi gotina “ Li Firatê berxek bimre berpirsiyarê wê ez im” Berbirsiyarê mirina Leylayê Serokkomar e.  Ev tarîtiya bi organîzeyê  her roj êrîşî civakê dike. Li vir a girîng kuştina êrîşkar nîne a girîng kuştina hişmendiya mêrê desthilatdar e. Heya ku bi vê hişmendiyê re têkoşîn neyê dayîn, ev bûyerê dê zêdetir bibin. Em wekî TJA'yê vê cînayetê şermezar dikîn û kesên ku xwe ji kuştina berxikan berpirsyar dibînin wê hesap ji wan û destavêjan re bê pirsîn. Em ê tebikoşîn. Ji bo jiyaneke pêkan e û ji bo  Leylayê, Eylûlê û hemû zarokan  em jin dê bijîn û ji nû ve jiyanê ava bikin.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.