Piştgiriya Morê ji bo Leylayê bang kir: Dakevin qadan

  • 12:44 3 Tîrmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - Piştgirya Morê bertek nîşanî qetilkirina Eylul Yaglıkara û Leyla Aydemîr da û got:"Em ê hînî kuştina zarokan nebin. Em bang li hemû kesan dikin ku ji bo Leyla û Eylulê derkevi qadan."
 
Piştî ku Eylul Yaglikara û Leyla Aydemîr hatin revandin û qetilkirin bertekên ku derbarê îstismara zarokan de hat nîşandan jî didomin. Derbarê bûyerê de Piştigirya Morê daxuyanî da û got:"Her roj polîtîqayên qirêj dibe sedema kuştina zarok û jinan. Hîn ji gelek zarok û jinên ku hatine revandin jî agahî nayê sitendin. Em berpirsiyarê kuştina zarok û jinan baş nas dikin. Ew ê hesabê vê yekê bidin."
 
Piştgiriya Morê di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû kesan kir ku saet di 19.00 de li pêş Operaya Sureyayê ya Qadikoyê kom bibin û dengên xwe bilind bikin.