Tulay: Em hêmanên bingehîn ên welat in, em xwedî mafên ku siyasetê bike ne

  • 09:02 3 Tîrmeh 2018
  • Rojane
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku divê têkoşîn tenê bi parlamentoyê sînor nemîne û wiha got: “Em îro ketin parlamentoyê lê divê em li dijî faşîzmê li her derê têbikoşin.”
 
Tulay Hatîmogullari ku ji HDP’ê ji Edenê wek parlamenter hat hilbijartin, pêvajoya hilbijartinê nirxand û got di 24’ê Hezîranê de li dijî demokrasiyê dengdana dîktatoriyê hatiye kirin. Tulayê destnîşan kir ku di alî siyaseta Tirkiyeyê de tişta divê em ji 24’ê Hezîranê derxînin eve ku divê em li dijî dîktatoriya faşîst têbikoşin.
 
‘Nûneriya gel mijara gotinê ye’
 
Tulayê destnîşan kir ku lîsteya HDP’ê gelek rengîn bû û ligel Kurd, Ereb,Ermenî û gelên din, nûneriya jin û ciwanan jî mijara gotinê ye û got ew partiyek li alî nûneriya jinê ne. Tulayê di berdewamiyê de wih agot: “Tevî hemû zextan tablo gelek serkftî bû. Ji daneyên fermî zêdetir deng hebûn. Em bi vê bawerin bi rastî jî rêjeya dengan ji daneyên fermî gelek zêdetire. Ev hilbijartin di bin siya OHAL’ê de pêk hat û xîle jî hatin kirin.
 
‘Hemû razemenî betone’
 
Tulayê daxuyakirin ku sedema ku AKP-MHP biriye hilbijartinê jî krîza aborî bûye û got heta dest ji polîtîkayên heyî bernedin wê krîz kûr bibe û got hemû razemeniya AKP’ê ji bo betonê hatiye kirin. Tulayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber polîtîkayên aboriyê yên şaş betalî zêde bûye. Dema mirov li Çukurovayê dinêrin,  hemû erd ji îmarê re hatine vekirin û çandiniyê darbeyên mezin xwarine.  Fonên teşwîqê didin cihên din.  Sanayîvan çûne cihên din. Divê em demildest derbasî aboriya xwe dispêre hilberînê bibin.”
 
Tulayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser tehdîda wezîrê karê hundir ya li hember hevseroka HDP’ê Pervîn Buldanê û got ew tehdîd bi tu awayî nayê qebûlkirin û ev tê wteya ku siyaset bi rêbazên aştiyane wê nemeşe.