Li Kayseriyê bersûcê êrîşa zayendî hat girtin
- 14:58 2 Tîrmeh 2018
- Rojane
KAYSERÎ - Li Kayseriyê mêrê bi navê H.D. ji ber ku li dijî zarokekê êrîşa zayendî pêk anîbû piştî ku derket dadgehê hat girtin.
Li Kayseriyê mêrê bi navê H.D. zaroka 6 salî bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştibû. Piştî ku bûyer hat bihîstin H.D. hat binçavkirin û pitre sewkî dadgehê hat kirin. Di vê naberê de kesên ku li ber edliyeyê kom bûn bertek nîşanî êrîşkar dan.
H.D. Yê ku derxistin dadgehê jî hat girtin û şandin girtîgehê.