HDK: Dûmana Komkujiya Sêwasê pêşeroja me tarî dike
- 12:14 2 Tîrmeh 2018
- Rojane
STENBOL - HDK di Komkujiya Sêwasê de bal kişand ser rola dewletê û got: “Ji ber polîtîkayên desthilatdariyê dûmana Komkujiya Sêwasê 25 sal in, pêşeroja me tarî dike.”
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi wesîleya salvegera 25’emîn a Komkujiya Sêwasê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Serokwezîra wê demê Tansû Çîller piştî şewitandina otela Madimakê gotibû ku ‘Baş e ku tiştek bi gelê derveyî otelê nehatiye.' Serokkomar Suleyman Demîrel jî gotibû, ‘Ji ber tahrîkê ev bûyer pêk hatiye.'
Ji ber polîtîkayên desthilatdariyê dûmana komkujiya Sêwasê 25 sal in pêşeroja me tarî dike. Komkujiya Madimakê sûcekî mirovahiyê ye. Divê kiryar û piştgirên vê komkujiyê werin mehkûmkirin. Divê ev bûyer were zelalkirin, da ku careke din pêk neyê!
Em mafê azadî û aştiyê yê hemû bawerî û nasnameyên li Anatolyayê û Mezopotamyayê diparêzin û bang li gelê xwe dikin ku piştgiriya Elewiyan bikin.”