‘Şaredarî wê li xwediyên xwe vegerin’

  • 09:05 2 Tîrmeh 2018
  • Rojane
ÊLIH - Hevşaredara Balpinarê Gulîstan Erdînç diyar kir ku bi qeyûman her tiştên der barê jinê de hatiye tasfiyekirin û got şaredarî aidê gel in û wê teqez li gel bên vegerandin. Her wiha da zanîn ku wê debarê pirsgirêkan de mekanîzmayan pêş bixînin.
 
Gulîstan jinek di temenê biçûk de hatiye zewicandinê.  5 zarokên wê hene û bi zehmetiyek mezin ew mezin kirine.  Gulîstan diyar dike ku ew di 28 saliya xwe de ji bo piştgiriyê bide xebatên jinê di TJA’yê de xwe rêxistin kiriye û got piştre tevlî xebatên partiyê bûye.
 
 Gulîstanê bi lêv kir ku her xebatên jinan meşandiye, bi baweriya ku pisgirêkan çareser bike tevgeriyaye û got demekê jî serokatiya baskên jinan a HDP’ê kiriye.  Gulîstan wiha berdewam dike: “Dema min di HDP’ê de têkoşîna jinê dida di heman demê de partiya me bû partiya jinan. Lİ sr vê jin her tim hatin û me pisgirêk nîqaş kirin.Me jî pisgirêk gûhdar dikir û girîngiya têkoşînê fêm dikir.”
 
‘AKP’ê bingeha feodal zindî kir’
 
Gulîstan ku di hilbijartinên 2014’an de bû hevşaredara Balpinarê û heta qeyûm tê xebatan dimeşîne.Piştre di meclîsê jinan de peywirê digire û piştî qeyûm hat şaredariya Êlihê jî ev pêvajo wiha vegot: “Nêzîkatiyek ku keda jinê tune dike heye. Bi qeyûman hemû sazî hatin girtin. Her her hat tasfiyekirin.Ji ber vê gelek pisgirêk bandor li partiyê dike. Em hewl didin di qadên têkoşîna xwe de pisgirêkan çareser bikin. Li herêmê bandora desthilatdariyê bingeha olî û feodal dîsa zindî kir. Lê wê şaredariyên gel dîsa li gel vegerin.”