Serlêdana AKP'ê ya jimartina dengan hat redkirin!
- 14:53 1 Tîrmeh 2018
- Rojane
MÛŞ - AKP'ê li Mûşê piştî encam ji jimartina dubare negirt, dîsa îtîrazî encama sindoqan kir û serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Navendî da. Lê Lijneya Hilbijartinê ya Bajar serlêdana AKP'ê red kir.
AKP’ê Piştî encama hilbijartina 24'e Hezîranê aşkere bû, li Mûşê îtîrazî encama hilbijartinê kir. Li ser îtîraza AKP'ê Lijneya Hilbijartinê ya Bajar, li hemû navçe û navenda bajar sindoq dubare jimartin. Piştî dubare jimartina dengan li navçeyên Korkut, Gimgim, Melezgîrt û Xaskoyê jimartin bi dawî bû. Li Kopê 123 sindoq hatin jimartin. Li bendê ye ku 29 sindoqên din jî îro temam bibin.
Di encama jimartina dubare de, li Xaskoyê AKP'ê 12, HDP'ê 4 deng winda kirin. Li Korkutê jî AKP'ê 2, HDP'ê 18 deng winda kirin. Li gimgimê AKP'ê 4 deng zêde kirin û HDP'ê jî 29 deng kêm kirin. Li Melezgîrtê jî AKP'ê 3, HDP'ê 21 deng kêm kirin. Li Kopê jî jimartina dengan berdewam dike.
AKP'ê piştî encam ji jimartina dengan nestend, vê carê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da. Lê Lijneya Hilbijartinê ya Bajar serlêdana AKP'ê red kir.